Kurdistan 2.5 dengdêr li navçeyên derveyî Herêmê beşdarî referandûmê dibin

2.5 dengdêr li navçeyên derveyî Herêmê beşdarî referandûmê dibin

K24 – Kerkûk

Berpirsên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê aşkere dike ku zêdetir ji du û nîv welatî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê beşdarî referandûma serxwebûna Kurdistanê dibin. Berpirsên Kerkûkê daxwaz ji berpirsên Herêma Kurdistanê dikin, ku serdana bajarê wan bikin, bo agahdariya wan ya temam li ser proseya referandûmê hebe.

Biryarderê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistan Îsmaîl Xormalî ji K24ê re got: “Hewl didin mafê hemû pêkhateyên din bo beşdarîkirin di referandûmê de dabîn bikin û li ser karta dengdanê bi hemû zimanên pêkhateyan çap bikin. Li her sê parêzgehan Kerkûk, Mûsil û Diyala, nêzîkî 2.5 milyon welatî mafê wan ê dengdanê hene, ligel yên Herêma Kurdistanê jî nêzîk 6 milyon dengdêr dibin.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ji K24ê re got: “Niha em çaverêyî komîteyên ku bo referandûmê hatine avakirin dikin. Em di lîsteya Birayetî di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de li benda peyrew û hatina wan şandên Herêma Kurdistanê ne, bo wergirtina zanyariyan. Heta niha hîn tiştekî ron li ber destê me nîn in derbarê navçeyên li derveyî Herêma Kurdistan, ligel hatina wan komîteyan, wê hîngê zanyariyan ji hev werdigirin.”