HDP: Em biryara referendûmê bi rêzdarî dinirxînin û beyana îradî silav dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

 Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) bi imzeya Ahmet Yildirim, Cigîrê Serokê Koma Parlamenê û Parlementerê Mûşê bersîva nameya Insiyatifa Piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê da, ku daxwaza piştgirî û piştevaniya Referendûma Serxwebûna Kurdistanê hatibû kirin.

HDP bi helwêstel erênî bersîva nameya Insiyatîta Piştgiriya Referendûma Serxwebûna Kurdistanê dide, ku ev jî naveroka nameyê ye:

Birêz Endamên Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê

 Nameya cenabê we ya ku daxwaza piştgirî û piştevaniya bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji parlementerên me hatî kirin, gehişte destê me.

 Ez wek Cîgirê Serokê Koma Parlamenê, di serî de dixwazim aşkere bikim ku ev hewldana we ya bo wergirtina piştgirî û piştevaniya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, hewldaneke giring e û di van prose û qonaxên tarîxî de reftareke hêja û giranbûha ye. Ligel vê yekê ez dixwazim derbarê naverok û forma nameya we de çend tiştan arasteyî cenabê we bikim.

 Wek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) em li gorî berpirsyariya xwe geşedanên siyasî û civakî yên parçeyên Kurdistanê yên din bi baldarî dişopînin. Bi raya me, her parçeyekî Kurdistanê ji ber şert û mercên tarîxî û faktorên aktûel xwedî taybetmendiyên cuda ne û arîşeyên her parçeyekî divê li gorî şert û mercên wî parçeyî werin çareserkirin.

 Li dor vê perspektîfê, Herêma Kurdistanê piştî têkoşîn û berxwedaneke tarîxî û peywendiyên xwe yên ligel Hikûmeta Bexdayê, îro ji bo çareserkirina kêşeyên xwe rêyek daye ber xwe û hatiye qonaxeke nû ya diyarkirina çarenûsa xwe. Em vê biryarê bi rêzdarî dinirxînin û beyana îradî silav dikin. Bi qeneata me kêşeya Kurdistanê li Rojhilata Navîn, kêşeyeke binyatî (structural) ye û çareserkirina vê meseleyê dê aramî û aşitiya Rojhilata Navîn pêk bîne. 

 Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî, di 7'ê Pûşbera 2017'an de ligel nûnerên partiyên siyasî civînek pêk anî û di encamê de biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji raya giştî re ragihand û dema referandûmê wek 25'ê Îlonê aşkera kir.

 Piştî ragihandina vê biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, wek HDP me, di dehan daxuyanî û beyanên xwe de helwesta xwe ya derbarê proseya Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê de bi awayekî zelal aşkere kir. Ji wê rojê heta îro, ez jî di nav de, ji Hevseroka me ya Giştî heta Berdevkê Partiya me, ji parlementerên me heta Berdevka Meclisa Jinan û rayedar û nûnerên partiya me di gelek platforman de piştgirî û piştevaniya xwe ya bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê diyar kirin û ji raya giştî re ragihandin.

 Ji ber ku referandûm xwe dispêre îradeya gel û meşrûiyeta xwe ji îradeya gel distîne, em vê yekê gengeşe nakin û wek perspektîf piştgiriya xwe didin hemû hewldanên bi vî rengî.

 Di nameya we de îma û întibayên we, van hewldanên me yên konkrêt û berçav berovajî dikin. Nameya we piştî daxuyaniya rayedarên partiya me û biryara Lijneya me ya Rêvebirina Navendî (MYK) gehişte destê me. Tiştên ku hûn di nameya xwe de ji partiya me û parlementerên me dixwazin, jixwe ji aliye rayedarên partiya me ve hatine kirin û dê bene kirin jî.

 Helbet wek HDP, em li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê, li gorî reel-polîtîka deverê çarçoveya xwe ya siyasî aşkera dikin û têkiliyên me bi partî û sazî û komaleyan re li ser esasê çareserkirina kêşeyan bi pêş ve diçe. Lê divê li ser hin esasan, di nava sazî dezgeh û şexsiyet û partiyên siyasî de rêkeftinek hebe û HDP ti carî derve û dûrî vê rêyê nemaye û dê nemîne jî.

 Di dawiya nameya xwe de ez dixwazim aşkera bikim ku, xwezî nameya we li gorî kodên temsîlên civaka me bûya û xwezî bi zimanê kurdî bihata nivîsîn. Ji ber ku kompozîsyona nameya we nivîsandina zimanê kurdî li ser we ferz dike û hêvî dikim ev xusûsiyet dî ji îro şûnde ji aliyê we ve neye piştguhkirin.

 Wek HDP, me bi dehan caran û di gelek platformên curbicur de piştgiriya xwe ji bo proseya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê aşkere kiriye û ti şik û guman nîn e, em ê ji îro şûnde jî vê helwesta xwe bidomînin. Çi di çalakiyên me yên Parlamenê, çi yên siyasî de me her û her piştevaniya xwe bo vê proseyê diyar kiriye û em vê wek perpirsyariyeke tarîxî dibinin.

 Ligel rêz û silavan

 Ahmet Yildirim

Cigîrê Serokê Koma Parlamenê

Parlementerê Mûşê

 11 Tebax 2017