Herêma Kurdistan pêşwaziyê li biryarên Ebadî dike

Nêçîrvan Barzanî : Em bi hêvî ne, kêşeyên din jî û pirsa mûçeyê li ser bingeha destûra Iraqê bên çarekirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ew pêşwaziyê li biryara vekirina firîngehên Herêma Kurdistanê dikin û got: "Em bi hêvî ne, kêşeyên din jî û pirsa mûçeyê li ser bingeha destûra Iraqê bên çarekirin".

Îro Sêşemê 13/3/2018an, serokwezîrê Herêma Kurdistanê di kongireyekî rojnamevanî de, derbarê awayê rêvebirina firîngehan û redkirina budceyê ji aliyê serokê Iraqê ve ragihand, rêvebirina firîngehan li gorî destûrê zelal e ku divê çi bê kirin, ew destûra ku niha li Iraqê heye, di wê çarçoveyê de wê firîngeh bên birêvebirin.

Derbarê budceyê jî got: "Em hemû û Bexda jî zane, ku welatiyên Herêma Kurdistanê ji pirojeyasayê gellekî dilgiran in û divê daxwazên welatiyên Herêma Kurdistanê bi giringî bên wergirtin".

Herwiha derbarê şandina mûçeyan ragihand, ku şevê din serokwezîrê Iraqê di pêwendiyeke telefonî de, ragihand ku firîngehên Herêma Kurdistanê wê bên vekirin û kêşeya mûçeyan jî wê bê çarekirin.

Derbarê kêşeyên din jî, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ev biryarana pêngava yekem in û hemû tişt bi pêngava yekem destpê dikin, pirsa çarekirina firîngehan û şandina mûçeyan, du pirsên giring in û cê sipasiyê û destxweşiyê ne ji bo serokwezîr Ebadî û bi vî canî em karin hemû kêşeyan çare bikin.

Derbarê pirojeyasaya çaksaziyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: "Em hemû zanin, ku hemû firakisyonan kar li ser wê pirojeyê kirine, bi hêvî me, ew piroje wekî ku Hikûmeta Herêmê daxwaz kiribû, were pesendkirin û derbasî warê bicîkirinê bibe".

N.O