Hejmarek ji berpris û fermanberên Mûsilê ji postên xwe hatin dûrxistin

Parêzgarê Nînewa: Biryar hatiye stendin, tevahiya fermanberên dewletê, yên di dema desthilatdariya DAIŞê de kar ji wê girûpê re kirine, ji kar bên dûrxistin û di nav wan de beşek ji berpirsan jî heye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Parêzgarê Nînewa, Newfel Hemadî biryar da, hejmarek fermanber û berpirsên Mûsilê ji kar bên dûrxistin.

Newfel Hemadî ragihand, ku wan biryar daye, tevahiya fermanberên dewletê, yên di dema desthilatdariya DAIŞê de kar ji wê girûpê re kirine,  ji kar bên dûrxistin û di nav wan de beşek ji berpirsan jî heye.

Di 10ê Hizêrana 2014an de, çekdarên DAIŞê karîn dest li ser Mûsilê deynin.

Piştî sê salan ji desthilata DAIŞê, operasyona rizgarkirina wî bajarî destpê kir û piştî heşt mehan ji operasyonê, hêzên emnî yên Iraqê, karîn di Tîrmeha 2017an de, wî bajarî kontrol bikin.

N.O