PDK rêkeftina derbarê Serokomartiya Iraqê de red dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, ew nivîsa behsa rêkeftina derbarê wergirtina posta serokomartiya Iraqê ji aliyê Serok Barzanî ve dûrî rastiyê ye û ti rêkeftin bi vî awayî nehatine kirin.
Îro li tûra civakî nivîsek ku bi dest hatiye nivîsandin hat belavkirin, tê de nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê û çend aliyên din ve lihev kirine û PDKê daxwaza posta Serokomartiya Iraqê kiriye.
Jêderekî agahdar ji K24ê re tekez kir, ev dengo dûrî rastiyê ye û ti bingeh jê re nîn e.
Di wê derbarê de, Nivîsgeha Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di daxuyaniyekê de ew nivîs red kir û tê de hat: “Ji raya giştî re radigihînin, ew belgename sextet ye û ti rastiyek tê de nîn e.
Herwiha tê de hatiye, wê nivîsê ji binî ve red dikin û daxwaz ji aliyên pêwendîdar dikin ku lêkolînê derbarê wê de bikin ji bo destnîşankirina aliyê ku ew dengo bi vî awayî belav kiriye û derbarê wê de lêpirsîn û dadgehkirin bê kirin.
S. B