Herêma Kurdistanê çend corên goşt qedexe dike

Biryar ji bo qedexekirina goştê Hindî û zêdekirina hawirdekirina ajel û mirîşkên bûzkirî hat stendin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta Çandiniyê û jêderên avî ya Herêma Kurdistanê, çend biryarek derbarê qedexekirina goştê Hindî û hawirdekirina mirîşkên bûzkirî da.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Çandiniyê got: "Di civîneke Wezareta Çandiniyê de bi serperiştiya wezîrê çandiniyê û jêderên avî bi wekalet Rêbaz Hemlan û bi amadebûna rêvebirê giştî yê samanên ajel û vêternerî bi wekalet û rêvebirê giştî yê pilan û pêdeçûnê, biryar ji bo qedexekirina goştê Hindî û zêdekirina hawirdekirina ajel û mirîşkên bûzkirî hat stendin".

Di daxuyaniya wezaretê de, biryarên ku hatine stendin ev in:

1- Ji roja 3/6/2018an ve, hawirdekirina goştê gamêşên Hindî qedexe dibe.

2- Zêdekirina pişka parêzgehan ji hawirdekirina ajelên zindî bi rêjeya 100% ev biryar jî wê tenê ji bo herdu mehên Hizêranê û Tîrmeha 2018an bê bicîkirin.

3- Zêdekirin pişka parêzgehan ji hawirdekirina mirîşkên bûzkirî bi rêjeya 100% ev biryar jî wê tenê ji bo herdu mehên Hizêranê û Tîrmeha 2018an bê bicîkirin.

N.O