Li Şemzînanê teqîn: 4 birîndar

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê mayîn teqiya, di encamê de 4 gundî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê mayîn teqiya, di encamê de 4 gundî birîndar bûn.

Li Şemzînanê di navbera gundên Bêsosin û Bêzelê de gundiyan pêle mayînê kirin û di encamê teqînê de 4 gundî birîndar bûn. Birîndar bo dermankirinê bo nexweşxaneya Şemzînanê hatin veguhastin.

Navên kesên birîndar bûne nehat aşkerakirin. Zozanê Silo teqûn lê rû daye, 74 k.m nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê ye û hat ragehandin, gundî bi armanca komkirina giya û pincarê derketine zozanê.