Serok Barzanî û şandeke Amerîka pirsa petrola Kerkûkê guftûgo dikin

Serok Mesûd Barzanî û şandeke Amerîkî ya bilind pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hinadekirina petrola Kerkûkê di riya boriyên Herêma Kurdistanê re guftûgo kirin û şanda Amerîkî helwesta Serok Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê derbarê de bilind nirxand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî û şandeke Amerîkî ya bilind pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hinadekirina petrola Kerkûkê di riya boriyên Herêma Kurdistanê re guftûgo kirin û şanda Amerîkî helwesta Serok Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê derbarê de bilind nirxand.

Malpera Serok Barzanî belav kir, “Roja Şemî 17.11.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Andrew Peek Cîgirê Sekreterê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Navîn û şandeke li gel kir ku ji çend dîplomatkarên Wezareta Derve û Balyozxaneya Amerîka li Bexda pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê û her wiha pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda guftûgo kirin û pêşwazî jî li biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo dubare şandina petrol Kerkûkê di rêya Herêma Kurdistanê re kirin û bi biryareke dirust dane zanîn û şanda mîhvan spasiya helwesta Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya şandina petrola Kerkûkê di rêya boriyên Herêma Kurdistanê re kir.

Her du alî jî li ser wê yekê hevnerîn bûn, ku rewşa siyasî ya piştî hilbijartinên Iraqê û hikûmeta nû ya Iraqê derfeteke nû ye ji Herêm û Bexdayê re ye ji bo bi hev re çareserkirina kêşeyan û hemahengî û hevkariya zêdetir bikin û hêviya wê yekê xwestin ku girift ji bo wê derfeta nû neyê dirust kirin.

Rewşa parêzgeha Nînowa û Navçeyên Kurdistaniyên Derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê mijareke din ê vê hevdîtinê bû û di derbarê rêyên asayîbûna rewşa wan navçeyan û berçavgirtina maf û daxwazên pêkhatên olî û neteweyiyan û vegerana koçberan û çawayiya birêvebirina wan navçeyan de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Her di vê hevdîtinê de şanda mîhvan rêzgirtina xwe ji bo rola Pêşmerge ya di şerê dijî DAIŞê û dabînkirina aramiyê de hebû nîşanda û tekez li wê yekê kir, ku herdem rêzeke taybet a Amerîka ji bo azayetî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê heye.

 

S. B