Rêjîmê dorpêça li ser firokexaneya Dêrazorê vekir
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên rêjîma Sûriyê dorpêça çekdarên DAIŞê li ser firokexaneya Dêrazorê şikandin.
Hikûmeta Sûriyê ragihand, hêzên wê karîne dorpêça li ser firokexaneya Dêrazorê rake û ber bi navenda wê ve pêş bikevin.
Berî niha jî fermandarên serbazî yên hikûmeta Sûriyê gotibûn: Kêmî yek kîlometirê di navbera hêzên hikûmetê û navenda firokexaneya Dêrazorê de maye, ku di wê firokexaneyê de ji nêzîkî 3 salan ve, hejmarek serbazên rêjîmê di bin dorpêça çekdarên DAIŞê de ne.
Di 5 vê mehê de jî hêzên rêjîmê bi piştevanya hevalbendên wê, karîn ji aliyê rojavayê Dêra Zorê ve, derbasî nav firokexaneyê bibin û dorpêça DAIŞê bişkînin.
Ev yek jî di demekê de ye, ku îro Hêzên Sûrya Demukratî (HSD) jî destpêkirina operasyona kontrolkirina rojhelatê ragihand.