MHP: Ji bo serokatiya Tirkiyê em piştevaniya Erdogan dikin

Bexçelî: Ez xwe ji bo postê serokatiyê namzed nakim û namzedê partiya me ji bo wî postî tine ye û di hilibjartinan de emê piştevaniya Receb Tayip Erdogan bikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Dewlet Bexçelî ragihand, ew ji bo hilbijartinên serokatiyê piştevaniya Recea Tayip Erdogan dikin.

Dewlet Bexçelî li Enqerê ji medyayê re ragihand, ku derbarê hevalbendiya di navbera MHP û AKPê di ew li gel serokê Tirkiyê civyaye û heger hevalbendiyeke weha hebe, divê bi awayekî yasayî be.

Bexçelî diyar kir ku ew xwe ji bo postê serokatiyê namzed nake û namzedê partiya wan ji bo serokatiyê tine ye û di hilibjartinan de ewê piştevaniya Receb Tayip Erdogan bikin.

Heya niha seroka IYI Partî Meral Akşener gotibû ewê ji bo serokatiyê namzeda partiya xwe be û heya niha CHP û HDP navên namzedên xwe diyar nekirine.