Artêşa Tirkiyê careke din rojavayê Girê Sipî topbaran kir

Çavdêrgeha Sûrî Ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku îro Artêşa Tirkiyê hin xalên Hêzên Sûrya Demokrat li devera Sûsik li gundewarê rojavayê Girê Sipî topbaran kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Çavdêrgeha Sûrî Ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku îro Artêşa Tirkiyê hin xalên Hêzên Sûrya Demokrat li devera Sûsik li gundewarê rojavayê Girê Sipî topbaran kir.

Li gorî Çavdêrgeha Sûrî, di encama wê topbaranê de, ziyanên canî nebûn, lê ziyanên madî li wan navçeyan bûne.

Topbarana Artêşa ji wê deverê re, di demekê de tê, ku ev çend roj in Hêzên Sûrya Demokrat û hêzên Amerîkî, gerên hevbeş ji bo çavdêriyê li ser sînorên Rojava û Bakurê Kurdistanê encam didin.

N.O