ESD sêyemîn kongirê xwe li bajarê Tebqa lidar dixe
K24 - Navenda Nûçeyan
Encûmena Sûrya Demokrat ragihand, ku îro demjimêr 9 sibehê, wê sêyemîn kongirê xwe, di bin diruşma (Ber bi çareyeke siyasî ve û avakirina Sûryeke nenavendî demokratî) li bajarê Tebqa yê Reqayê lidar bixe.
Li gorî daxuyaniyeke ESDê, di vî kongirî de, wê biryarên giring derbarê Sûryê bên stendin û helwestên nû li gorî berjewendiyên gelê Sûryê jidayik bibin.
Encûmena Sûrya Demokrat, di sala 2015an de, li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hat damezirandin û her yek ji Ilham Ehmed û Riyad Dîrar, hevserokên wê encûmenê ne.
N.O