Mesrûr Barzanî: Kurd hewla pêkanîna hevpeymaniyekê dide ku madeyên destûrê cibicî bike

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê hewla pêkanîna hevpeymaniyekê dide, ku daxwazên Kurdistanê û made û birgeyên destûrê cibicî bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê hewla pêkanîna hevpeymaniyekê dide, ku daxwazên Kurdistanê û made û birgeyên destûrê cibicî bike.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê New Zelanda yê Iraqê Bradly Soden û şanda pê re kir.

Hat gotin ku di civînê de behsa rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê her wiha hilbijartinên Kurdistanê hatiye kirin. Mesrûr Barzanî gotiye, heta niha jî terorîstên DAIŞê tehdîd in li ser aramî û ewlehiya deverê bi taybet deverên mîna Mûsil, Enbar û derdora Kerkûkê.

Hat ragihandin ku Mesrûr Barzanî û şanda mêvan li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî axivîne û her du aliyan tekestî li ser wê yekê kirine ku divê hikûmeta nû hikûmetek wisa be ku nûnertiya hemû gelên Iraqê bike.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê jî li ser wê mijarê gotiye, Herêma Kurdistanê dê xwe bide aliyê wê tifaqê ku daxwaziyên gelê Kurdistanê û mafên gelê Kurdistanê yên Qanûnî bicîh bîne.

Mesrûr Barzanî behsa pêkanîna Encûmena Bilind ya Siyasetên Stratejîk ya Iraqê jî kiriye û gotiye, ewê hewl bidin ew encûmen pêşiya otokrasiyê bigire.

 

S. B