Malbatên Pêşmergeyên dîl daxwaza rizgarkirina kurên xwe dikin

K24 –Navenda Nûçeyan

Malbatên Pêşmergeyên dîl ên Kerkûkê daxuyaniyeke girseyî dan û daxwaz kirin ku, kur û birayên wan jî ji destê çekdarên DAIŞê bên rizgarkirin.

Hemwelatiyê bi navê Tariq ku kureke wî li Kerkûkê bi dîl ketiye dest çekdarên DAIŞê û ji K24ê re got: “ Daxwaz ji hikûmet û aliyên pêwendîdar dikim ku bo rizgarkirina kurên me bêdeng nemînin. Zêdetirî du salan e em li bendê ne û çarenivîsa kurê me ne diyar e.’’

Herwiha got jî: “Daxwaz dikin ew mijar nebe mijareke partîtî û hemû alî bi hev re hewl bidin kurên me azad bikin. Kurên me bergîrî di ber Kerkûkê de kir, ne di ber partiyan de.”

Ev daxuyaniya malbatên Pêşmergeyên dîl di demekê de ye ku Pêşmergeyek bi navê Seyîd Ehmed ku li mihwerê Xurmatûyê dîl ketibû destê DAIŞê û duh hate rizgarkirin.