Li Dêrsimê şer derket
K24 – Navenda Nûçeyan
Şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê derket.
Medyayê Tirkiyê ragihandin, li geliyê Pûlûmirê şerekî dijwar di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de derket û ji ber wî şerî, riya sereke ya di navbera Dêrsim û Erzincanê hatiye girtin.
Hat belavkirin jî, piştî wî şerî artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke berfereh li wê navçê li dijî PKKê kiriye û ta niha zanyarî derbarê ziyanên canî nehatine aşkerekirin.
S. B