Jineke Almanî li ber kamîreyê zarokek anî

Li gorî ku rojnameya (The Sun) a Birîtanî belav kiriye, ew jin 36 salî ye û ev 6emîn car e, ku zarokên xwe bi vî awayî tîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ew jina Almanî red kir ku biçe nexweşxaneyê daku zaroka wê jidayik bibe û li ber kamîreyê li nav baxçeyê mala xwe zaroka xwe anî.

Li gorî ku rojnameya (The Sun) a Birîtanî belav kiriye, ew jin 36 salî ye û ev 6emîn car e, ku zarokên xwe bi vî awayî tîne.

Di bersiva xwe de, li ser pirsa ku çima ew bi vî awayî zarokan tîne, Sara got: Ez jinek im dixwazim hemû tişt di jiyana min de siruştî be, ev yek jî tiştê herî siruştî ye di jiyanê de.

Derbarê pirsa çima bi awayekî zindî li ber kamîreyê zaroka xwe anî, Sara got: Di wêneyên kevin de, min dît ku keçan temaşeyî dayikan dikirin, daku zanibin çawa zarok jidayik dibin, niha ev derfet gellekî kêm bûye, lewra min xwe vê derfetê bidim wan keçan daku bibînin çawa bê alîkarî zarok jidayik dibin.

N.O