Trump: Rûsya, Yekîtiya Ewropa û Çîn rikberên me ne

Berî hevdîtina wî bi Serokê Rûsyayê re, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, her yek ji Rûsya, Yekîtiya Ewropa û Çîn rikberên me ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berî hevdîtina wî bi Serokê Rûsyayê re, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, her yek ji Rûsya, Yekîtiya Ewropa û Çîn rikberên me ne.

Di hevpeyvîneka xwe de li gel kenala “CBS News” Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand ku, di baweriya min de gelek rikberên me hene, YE ji ber pirsa bazirganiyê rikber e û Rûsyayê jî di hin aliyan de rikber e.

Herwiha Trump got jî ku, Çîn rikbereke aboriye, lê ev yeke nayê wê wateya ku, xirap in ew rikber in.

Herwiha berdewam kir, “Rêza min ji hemû serkirdeyên van welatan re heye, lê di rastiyê wan di warê aboriyê de sûde ji me wergirtine û piraniya wan di NATOyê de ne û pişkên xwe nadin.”