Behramî: Îran tevlî operasyona Idlibê nabe

Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî tekez kir, Îran beşdarî operasyona leşkerî ya Idlibê nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî tekez kir, Îran beşdarî operasyona leşkerî ya Idlibê nabe.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî ji rojnamevanan re ragihand, ew rijd in ku pirsa Idlibê were çareserkirin, bi merca ku ziyan negihe xelkê wê.

Tekez kir jî, wan ji Rûsya û Tirkiyê re gotine ku Îran tevlî operasyona leşkerî ya li ser Idlibê nabe û hebûna Îranê di wê operasyonê de tenê bi riya pêşkêşkirina şêwira leşkerî re dibe.

Demek e li ser pêkanîna Operasyona Idlibê tê rawestan. Li gor çavkaniyên li ser erdê jî Rûsya, Îran û hevalbendên din ên rejîma Şamê piştgiriyê didin vê operasyonê.

Amerîka û welatên rojava jî derbarê bikaranîna çekê kîmawî û karesateke mirovî hişyariyê didin rêjîma Sûriyê.

 

S. B