Israîl: Hamas bi mûşekên sistema rûsî êrîş kir

Artêşa Israilê ragihand, mûşekên ku ji Xeza ber bi Israilê ve hatine avêtin ji sistema Kornet in

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Israilê ragihand, mûşekên ku ji Xeza ber bi Israilê ve hatine avêtin ji sistema Kornet in. Di encama vê êrîşê de serbazek Israilî giran brîndar bû bû.

Liser pirsa ku, ev sistem çawa ketiye destê Xamas de, ligor berpirsên serbazî yên Israilê çendîn rê hene. Iran, Hizullah a Lubnanê, Cîhad a Islamî  jêderên serekî yên dan a van mûşekan in.

Di van rojên dawî de, di encama aloziyên di navbeyna Artêşa Israil û Hamas de, ji alî Hamas ve 460 mûşek ber bi Israilê ve hatin avêtin.

Sistema mûşekî ya Kornet li Kargeha Tula ya çekan de li Rusyayê tê afirandin û ji salên 1990an ve di bazara çekan de cîhê xwe digre.

 

 

C.B