Nivîsingeha Serokê PDK: Hin zanyariyên hatine ragihandin ne rast in

Nivîsîngeha Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê daxûyaniyekê belav dike û radighîne, heta niha wan biryar di derbarê navê ti namzetekî ji bo postên Bexdayê neda ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîsîngeha Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê daxûyaniyekê belav dike û radighîne, heta niha wan biryar di derbarê navê ti namzetekî ji bo postên Bexdayê neda ye.

Di daxûyaniya Nivîsîngeha Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê de hatiye, ev dema du rojan e Tora medyayî ya Rûdaw li ser navê namzetan herweha pişka Partî ji postên wezarî di hikûmeta nû ya Îraqê de û pişka aliyên Kurdî hinek nûçe û zanyariyan belav dike û radighînin ku, ew nûçe û zanyarî ji rastiyê dûr in.

Di daxûyaniyê de hatiye, heta niha Partiya Demokrat a Kurdistanê biryara dawiyê liser diyarî kirina navê ti namzetekî ji bo postên wezarî yên Bexdayê neda ye û piştî yekalîkirina navan, dê PDKê bi fermî navê namzetên xwe ji bo wan postan rabighîne.

 

 

 

C.B