Barzanî li gel serkirdatiya YNK civiya
K24- Navenda Nûçeyan
Piştê gihiştina wî ji bo bajarê Silêmaniyê serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî, li gel serkirdatiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan civiya û pirsa serxwebûna Kurdistanê li gel wan gotûbêj kir.
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Silêmaniyê ragihand: "Civîna Barzanî li gel serkirdatiya YNK berdewam e û mijara sereke ya civînê encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê ye."
Nûçegihanê Kurdistan24ê diyar kir ku: "Serokê Iraqê Fûad Meisûm û sikirtêrê Hizba Sosyalîsta Dîmukrata Kurdistanê Mihemedê Hecî Mehmûd, di civînê de beşdar in".Serdana Barzanî ji bo Silêmaniyê di çarçoveya beşdarîkirina wî di festival cemawerî de tê, ku biryar e piştî demke kin ji bo piştevaniya referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê destpê bike û Barzanî têde gotarekê pêşkêş bike.
Herweha biryar e di dema serdana xwe de, çendîn dîdar û civînan li gel serokê Iraqê û aliyên siyasî encamp bide.