Firokeyên Rûsî 26 sivîlan li başûrê Sûriyê dikuje

Di encama êrîşeke esmanî ya firokeyên Rûsî li ser başûrê Sûriyê de 26 welatiyên sivîl hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama êrîşeke esmanî ya firokeyên Rûsî li ser başûrê Sûriyê de 26 welatiyên sivîl hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên şer ên Rûsî devera Hewiz Yarmûk ya di destê grûpa Ceyiş Xalid bin el-Welîd a ser bi DAIŞê li rojavayê bajarê Der'ayê bombebaran kir.

Rewangehê da zanîn, di encama bombebaranê de 26 welatiyên sivîl hatine kuştin, ku ji nava wan 11 zarok in. Herwiha bi dehan jî kes birîndar bûne û gelek taxên wê navçeyê wêran bûne.

Rewangeh amaje bi wê yekê dike, operasyona artêşa Sûriyê li başûrê Sûriyê metirsiyê dixe ser jiyana 30 hezar welatiyên sivîl, ku grûpa Ceyş Xalid bin el-Welîd wan sivîlan wek mertalên mirovî bikar tîne.

Ji 19ê meha Hezîrana bûrî ve, artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî li başûrê Sûriyê û parêzgeha Der'ayê dest bi operasyoneke leşkerî kirine.

Li navçeya Hewiz Yermûk a li nêzîkî sînorê Urdinê dora 15 gundan di destêçekdarên wê grûpa ser bi DAIŞê ve de ne.

 

S. B