Yekem ferhenga zanîstî û akademîk ya Kurdî derket

Ji aliyê mamosteyê zaningeha Muşê Prof. Dr. Abdullah Kiran ve yekemîn ferhenga zanîstî û akademîk ya Kurdî derket.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Ji aliyê mamosteyê zaningeha Muşê Prof. Dr. Abdullah Kiran ve yekemîn ferhenga zanîstî û akademîk ya Kurdî derket. Ev ferhenga bi xebata 30 salan hatî amadekirin bi rêya înternetê êdî bi awayeke onlîne jî li benda Kurdan e. Di ferhengê de nêzîkî 4 hezar têrmên zanistî cih digirin û li hember her peyveka Kurdî, bi îngilîzî û Tirkî jî bersiv hatîye dayîn.

Yekemîn ferhenga terîmên zanîstî ya ku hemû zaravayên Kurdî li tê de cihdigrin bi rêya înternetê xwe digihîne herkesê. Di vê malpera ku bi navê Ferhenga Zanîstên Civakî de li hember her peyveka Kurdî bi Îngîlîzî û Tirkî jî bersiva wan peyvan hatîye dayîn. Ev ferhenga terîmên modern û hemdem ya vê sedsalê bi awayekî zanîstî li ser Kurdî zêde dike ji aliyê mamosteyê zanîngeha Muşe Prof. Dr. Abdullah Kiran ve hatiye

amadekirin. Ferhenga Zanistên Civakê di sala 2014ê de pêşîyê wek kitêb hat çapkirin lê îsal ev ferheng ji bo ku bi awayeke hêsantir bigihe herkesî bi rêya înternetê jî li ber xizmeta zimanê Kurdî ye.

Prof. Dr. Abdullah Kiran ji Kurdistan24ê re ragihand li ser Kurdî heta niha gelek xebat hatîne kirin, lê di warê akademîk û termînolojiyeka hevpar de xebatên hatîne kirin gelekî kêm in ji ber wê ew hêvîdar in ev xebat di vî warî de vê valahiyê tejî bike.

Prof. Dr. Abdullah Kiran ji K24ê re wiha axivî: ''Ev ferheng,ferhengeka Akademîk e.Bi çi awayî ferhengeka akademîk e? Peyvên ku di vê ferhengê de cih digrin. Peyvên ku bi giranî pisporiyekê dixwazin ,di warê akademîyê de têne xebitandin, di xebatên lêkolînê de têne bikaranîn û di xebatên wergeriyê de têne xebitandin. Ferhengeka bersiva valahiya di vî warî de dide. Bi wê armancê ev ferheng hat saz kirin. Zimanek dema ku bibe zimanê perwerdehiyê,zimanê nivîsînê, zimanê hiquq û dad, pêwîst e xwedan termînolojiyeke hemdem ya ku kesên bi wî zimanî dinivîsin û kesên li ser wî zimanî xebatê dikin, pêwîstî bi termînolojiya zimanê hevpar heye. Zimanê Kurdî jî bi ya min kêmasiya wê ya herî esasî û bingehîn ew bû ku me heta niha termînolojiyeka hevpar pêk neanîye.''

Abdullah Kiran radgihîne ku yek ji kêmasiya Kurdî ewe ku kesên bi zaravayên cida yên Kurdî diaxivîn hevdû fêm nakin ji ber wê hebûna terminolojiyeka hevpar ji bo hemû zaravayên Kurdî dê vê mesele çaraser bike û wan jî bi vê mebestê ev ferheng li ser înternetê parve kirîne.

Dr. Abdullah Kiran dibêje: ''Me got eger em li ser înternetê bikarin saz bikin hingê ewê bigihêje herderê. Xwendevanên Kurdî, Lêkolînerên Kurdî û kesên ku dixwazin li ser Kurdî xebatekê bikin li kudera dinyayê be ,dema ku kompîtera xwe vekirin ji vê xebatê îstîfade bikin. Niha îro di ferhenga akademîk de dora 4 hezar peyv hene û me gelek pêşvebir. Ev 4 hezar peyvên ku di vir de cih digrin, bêgûman peyvên Hiqûqî ne, peyvên sîyasî ne, peyvên li ser aboriyê ne, peyvên li ser civaknasiyê ne, peyvên li ser tendirûstiyê ne. Her wiha me xwestiye ku em valehiya têgehnasiya hemî warên akademîk bi saya vê ferhengê ji meydanê rakin.''

Kiran ragihand bidawî hatina proseya aştiyê tesîrek xerap li ser xebatên Kurdî kiriye û ew dixwazin bi rêya vê xebatê di warê akademîk û zanistî de Kurdî pêşve bibin. Her wiha Kiran ragihand ev nêzîkî 30 sal in ew li ser vî karî dixebite û her roja ku diçe hin peyvên nû li ser vê ferhenga akademîk zêde dikin.