Pompeo civînên girîng li Hewlêrê encam dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo civiyan.
Îro li Hewlêrê, Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo kir. Ligor zanyariyan şerê DAÎŞê, pêwendiyên di navbeyna Herêma Kurdistanê û Amerîka mijara sereke ya civînê bû.
Her Îro li bajarê Hewlêrê, SerokWezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi cuda digel Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo civiyan û piştre Wezîrê Derve yê Amerîka Hewlêr bicîh hişt.
Piştî destbikarbûna wî, wek Wezîrê Derve yê Amerîka, yekem car e Mike Pompeo seredana Herêma Kurdistanê dike.
C.B