Li Xarpêtê leşkerek hate kuştin

Li navçeya Depê ya Xarpêtê li Bakurê Kurdistanê, di navbera hêzên Artêşa Tirk û gerîlayên PKKê de şer derket. Di encamê de leşkerek hat kuştin, 1 leşker jî birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Depê ya Xarpêtê li Bakurê Kurdistanê, di navbera hêzên Artêşa Tirk û gerîlayên PKKê de şer derket. Di encamê de leşkerek hat kuştin, 1 leşker jî birîndar bû.

Li bejahiya navbera Çewlîg û navçeya Depê ya Xarpêtê, leşkerên ku derketibûn operasyonê, ketin kemîna gerîlayên PKKê.

Li gor agahiyên destpêkê, di êrişê de, leşkerek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Şer û pevçûn demek dirêj berdewam kir.

Hat ragehandin, bo herêma şer leşkerên zêdetir hatin veguhestin û li deverê operasyona Artêşa Tirk berdewam dike.