Dîmenên şehîdbûna Barîn Kobanê xelkê Efrînê bihêztir dike

Piştî ku grûpên çekdar ên bi artêşa Tirkiyê êrîşî li ser Efrînê dikin, sivikatî bi termê şervana YPJê Barîn Kobanê kirin. Karvadaneke mezin li pê xwe anîn û bû cihê şermezariya tevahiya xelkê Efrînê û Kurdistanê.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku grûpên çekdar ên bi artêşa Tirkiyê êrîşî li ser Efrînê dikin, sivikatî bi termê şervana YPJê Barîn Kobanê kirin. Karvadaneke mezin li pê xwe anîn û bû cihê şermezariya tevahiya xelkê Efrînê û Kurdistanê.

Roja 1ê Sibatê, di şerê li gundê Qurnê ya navçeya Bilbilê de, piştî ku şervana YPJê Barîn Kobanê şehîd bû, hejmarek ji çekdarên opozîsyona Sûriyê yên êrîşî Efrînê dikin, bi hovîtî sivikî bi termê şehîd Baran kirin, vê yekê jî karvedaneke gelekî mezin li ser asta Kurdistan û cîhanê çê kir.

Derbarê vê mijarê de jî serkirdeyeke Yekîneyên Parastina yên Jinê (YPJ) ragihand ku kiryarên wiha, ne wan lawaz dike, belkû ew zêde li ser bixwedanê rijd dibin.

Fermandara YPJê Amed Kendal li ser bûyera şehîdkirina Barîn Kobanê ji K24ê re wiha axivî: “Em wek YPJê bûyerên wiha me natirsînin. Tenê hers û tolvedana me mezin dike. Soza me ew e, li hember vê hovîtiyê dê tolvedan, bexwedan û îsrara me ya serkeftinê zêde bike.”

Welatî bi navê Hisên Şêxo jî got: “Bi ti carî em lawaz nabin, belkû em xurt dibin û xwîna me dikele. Wan ew yek ne bi wê tenê kir, wan ev yek bi me hemûyan kir, lê em xwîna wê li erdê nahêlin. Emê xebat bikin û tola her şehîdekî me vedin. Her kesek ji derve bê û zilm û zorê li me bike, em qebûl nakin. Em xelkê Efrînê ne. Em ji Kurd û kurdistanê ne. milet miletê me ye, ew keçik şeref û namûsa me ye.”

Ji 20ê meha derbasbûyî ve, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike dest bi operasyoneke serbazî li bajarê Efînê yê Rojavayê Kurdistanê kirin. Şer û pevçûn îro di roja 15emîn li hemû naçeyên sînorî yên Efrînê berdewam e û li gor fermandarên YPGê ta niha artêşa Tirkiyê nekariya navçeyekê bi temamî kontol bike.