Cihan Merkel: Referanduma Tirkiyê nîşan da, civak çiqas ji hev cuda ye

Merkel: Referanduma Tirkiyê nîşan da, civak çiqas ji hev cuda ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel piştî encamên ne fermî yên referanduma Tirkiyê banga “Diyaloga birêz” ji bo Tirkiyeyê kir.

Angela Merkel bi Wezîrê Derve Sigmar Gabriel re civîneke çapameniyê li dar xist. Merkel wiha got: Piştî kampanya referandumê ya dijwar hikûmeta Elmanyayê daxwaz ji siyasetmedar, partiyên siyasî û hikûmeta Tirkiyeyê dike ku diyalog û bangên erênî û rêzdarî bên kirin dike.

Şêwirmenda Almanya got jî: “Li gorî encamên dawî yên nefermî em rêzê li encamên referandûmê digirin. Encama referandumê nişan da ku civak çiqas ji hev veqetiya ye. Ev jî di berpirsyariya hikûmet û serokomariya Tirkiyeyê de ye. Em dixwazin di demek herî nêzîk de bi Tirkiyeyê re hevdîtinên dualî pêk bînin.”