NY daxwaza hejmaretina dengên Kerkûkê dike

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) li Iraqê Jan Kobis daxwaz ji Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dike, dest bi bi lêkolîna hemû giliyên taybet bi proseya hilbijartinan bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) li Iraqê Jan Kobis daxwaz ji Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dike, dest bi bi lêkolîna hemû giliyên taybet bi proseya hilbijartinan bike.

Li gor daxuyaniya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê ku wêneyek jê ketiye destê K24ê, tê de Jan Kobis dibêje: “Divê komisyon zû kar ji bo lêkolîna di hemû giliyan de bike û dest bi hejmartina dengdan bi dest bi taybet li binkeyên destnîşankirî yên Kerkûk.

Daxuyanî dupat dike ku pêwîst e bawerî bi proseya hejmartina dengan bi amadebûna tevahiya aliyên pêwendîdar were kirin û bi awayekî zelal encaman bide, ji bo wê ,ebestê jî Netewên Yekgirtî amade ye ji hemû hevkariyan re.

Jan Kobis daxwaz dike: “Dawaz ji hemû siyasetmedaran dikim ji bo parastina aştiyê û pabendbûna bi çareserkirina her pirsgirêkeke girêdayî bi hilbijartinan ve, riyên yasayê bigirin ber.

Piştî ragihandina encamên hilbijartinên 12 Gulanê ji aliyê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve, çend aliyên siyasî nerazîbûna xwe nîşan dan û daxwaza hejmartina dengan bidest kirin.   

 

S. B