Egera reformên nû û peywendiyênTirkiye û Ewropayê

Ev demekî ye kuTirkîye hewl dide peywendîyên xwe yên xirab yên li gel Yekîtîya Ewropayê dirust bike. Divê çarçoveyê de ji bo reformên sîyasî û hiqûqî li Enqere yê civîna Koma Bizava Reformê birêve çû. Serokkomarê Tirkîyeyê Erdogan radigihîne ku ewê ji bo başkirina peywendîyan hin reformên sîyasî û hiqûqî bixin cîbicî bikin. hin pispor jî dibêjin nihaTirkîye dûrî pîvanên endametiya Ewropayê ketiye.

K24-Ankara

Ev demekî ye kuTirkîye hewl dide peywendîyên xwe yên xirab yên li gel Yekîtîya Ewropayê dirust bike. Divê çarçoveyê de ji bo reformên sîyasî û hiqûqî li Enqere yê civîna Koma Bizava Reformê birêve çû. Serokkomarê Tirkîyeyê Erdogan  radigihîne ku ewê ji bo başkirina peywendîyan hin reformên sîyasî û hiqûqî bixin cîbicî bikin. hin pispor jî dibêjin nihaTirkîye dûrî pîvanên endametiya Ewropayê  ketiye.

Bi boneya koordînekirina peywendîyên li gel Yekîtîya Ewropayê û bo pêşbirina proseya reformên siyasî û hiqûqî, di 9ê Gulanê Roja Ewropayê de, li Enqereya paytexta Tirkîyeyê cara yekem bi serokatîya Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan, 6'emîn civîna "Koma Bizava Reformê" birêveçû. Serokkomarê Tirkîyeyê Erdogan di civînê de got, ew ê giranî bidin polîtîkayên ku nirxê demokrasîyê bilind dike û da zanîn ew ê Stratejîya Reforma Darazêbi raya giştî ra parvebikin û bixin merîyetê û bi vî awayî ew ê diheyama bê de zêdetir berê xwe bidin destkeftîyên Tirkîye û Yekîtîya Ewropayê.

Li gorî pisporan peywendîyênTirkîye û Ewropayê girêdayî hin mijarên wek maf û azadîyên take kesî,azadîya çapemenîyê û mijara çareserîya meseleya Kurde ku ev yek peywendîyên herdu alîyan tayîn dike. Pispor destnîşan dikin, heke Enqere di van mijaran de pêngav bavêjewê demê wê seyra peywendîyên Tirkîye û Yekîtîya Ewropayê bi guhere û proseyeke nû dest pêbike.

Prof. Dr.Mustafa Eravcı- akademîsyen, got:"Ev civîn bi taybetî li ser kêmasîyên hiqûq û edaletê bû. Li Tirkîyeyê di heyama rewşa awarte de proseya Ewropayê xitimî bû. Niha ji bo destpêkirina proseyeke nû îşaret hat dayîn. Divê mirov vekirina Akademîya Edaletê, di praktîkê de hevdîtina Ocalan û parêzêrên wî di vê çarçoveyê de binirxîne. Wisa dixuye ku wê di warê hiqûq û aborîyê de hin pêngav bêne avêtin. Lê tabî Ewropa niha bi îhtîyat nêzikî meseleyan dibe."

Akademîsyenên ku li ser peywendîyên her du alîyan dixebitin dibêjin, Ewropa ji Tirkiyeyê daxwaz dike ku ew di mijarên wek parastina mafên mirovan û azadîya fikr û çapemenîyê û di yasaya têkoşîna li dijî terorê de dûrê standard û krîterên Yekîtîya Ewropayê ye û divê Enqere van pêngavan bavêje da ku peywendî dirust bibin.

Prof.Dr.Haydar Çakmak-akademisyen, dibêje:"Ji bo serbestîya wîzeyê 72 krîter hebûn, lê Tirkîye bes 66 krîteran pêk anî ku ew pêngavên hêsan bûn. Lê belê 6 krîterên mayî girîng û cidî ne. Lew re divê politika ya derve û navxweyî biguhere. Mesela yasaya li dijî terorê divê bê guhertin. Lê belê tifaqa li gel MHPê niha destûr nade ku hikûmet guhertineke wiha bike. Heta di heyama kurt û dirêj de jî ev guhertin mimkun naxuye. Ji loma ez niha ne bawer im ku proseyeke nû dest pêbike."

Li gorî peymana penaberan ku Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê berîya 3 salan îmze kiriye,  divê Tirkiye bo rakirina wîzeyê ji bilî peymana penaberan, hin pêngavan biavêje û di yasayên xwe de 72 guhertinan pêk bîne. Lê Tirkiyê ji wan tenê 66 krîteran pêk anîye û ji wan hêj 6 krîter maye.