Serok Barzanî bo Xwendekarên yekem: We giyanên şehîdan şad kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, Ji bo min gelek cihê xweşhaliyê ye ku hejmareke zêdeyê keçan li rêza yekemên Kurdistanê dane û keça şehîdekî Kurdistanê jî pileya yekem bi dest ve aniye, we hemûyan ruhê şehîdên xwe şad kir û hûn cihê serbilindî û şanaziyê ne.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, “Roja çarşem 26.07.2017 li Selaheddîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xwendekarên yekem ên derçuyê pola donzdeha amadehiyê kir.

Li vê hevdîtinê de ku Wezîrê Perwerde û Birêveberê Giştî yê Ezmûnan û Birêvebirên Giştî ya Perwerdeya Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Germiyan amade bûn, di destpêkê de Wezîrê Perwerde spasî Serok Barzanî kir ji bo rexsandina derfeta vê hevdîtinê û bi kurtî li ser pêşketina proseya xwendinê li Kurdistanê û astengên li ber behs kir.

Paşê Serok Barzanî li gotarek da bi xêrhatina xwendekarên yekemên Kurdistanê kir û ragihand ku gelek xweşhale bi hevdîtina van azîzan û pîrozbahiyê li xwendekar û mamostayan kir. Serok Barzanî ragihand: Ji bo min gelek cihê xweşhaliyê ye ku hejmareke zêdeyê keçan li rêza yekemên Kurdistanê dane û keça şehîdekî Kurdistanê jî pileya yekem bi dest ve aniye, we hemûyan ruhê şehîdên xwe şad kir û hûn cihê serbilindî û şanaziyê ne.

Her li vê hevdîtinê de dû xwendekarên yekemê her dû beşa zanistî û wêjeyî, bi navê xwendekarên yekemên Kurdistanê ve spasî Serok Barzanî kirin ji bo vê pêşwaziyê û spasî mamostayên xwe kirin ku ji bo vê serkeftinê piştevanê wan bûne. Her wiha spasî Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê kirin ku li sayeya wan ve karîne bi piştrastiyê ve bixwînin û sozê jî dan ku hemû şiyan û hewlên wan ji bo serxistina Kurdistanê û şadkirina ruhê şehîdan dibe.