PDK Mesrûr Barzanî bo Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê diyar dike

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûr Barzanî bi pêkanîna kabîneya nû ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê rasdipêre.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bo ji postê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî ji bo postê Serokê Herêma Kurdistanê kirin kandîd.

Îro Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Barzanî ji bo çend pirsên girîng civiya bû.

Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed piştî bidawîbûna civîna PDKê di konferanseke rojnamevanî de naveroka çivînê aşkere kir û ragihand, Mesrûr Barzanî wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya dahatî hat pesendkirin.”

Herwiha Mehmûd Mihemed got: “Di civînê de çend pêşniyaz hatin pêşkêşkirin, ji wan jî Nêçîrvan Barzanî bo postê Serokatiya Herêma Herêma Kurdistanê bê kandîdkirin, dema ew post bê aktîvkirin.”

Mehmûd Mihemed amaje bi wê yekê jî kir, PDK komîteyek bo serdana aliyên din yên siyasî pêk anîn û di çend rojên bê de serdanan  aliyan dike, ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî

Mesrûr Barzanî sala 1969an ji dayik bûye.

Sala 1985an di temenê 16 saliyê de bû Pêşmerge û beşdarî Şoreşa Gulanê bû.

Beşdarieyeke bibandor sala 1988an di dastana Xakurkê de kir.

Sala 1987an xwendina amadehiyê li Îranê temam kir.

Beşdarî di Raperîna Adara sala 1991an de kir.

Sala 1997an bekeloryos li beşê Xwendina Navdewletî ji Zanîngeha Amerîkî li Washingtonê wergirt û di heman zanîngehê de bo Master di warê aştî û çareserkirina qeyranan xwendiye.

Sala 1998an vegeriya Kurdistanê.

Di kongreya 12 a Partiya Demokrat a Kurdistanê de ji bo serkirdatiya wê partiyê û piştre wek Endamê Polîtburoyê hat hilbijartin.

Sala 1998an bû Rêvebirê Giştî yê Ajansa Parastina Kurdistanê.

Di sala 2010an de di Kongreya PDKê ya 13emîn de bi dengê yekem ji bo Serkirdatiya PDKê hat hilbijartin û bû Endamê Polîtburoya wê partiyê.

Sala 2012an ji aliyê Serok Barzanî ve bi Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin.

Sala 2005an Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniyê Nemir damezrand, ku roleke wê ya bibandor di alîkarîkirina koçber, penaberan û hewcedaran li Kurdistanê û navçeyê hebû.

Damezrêner û Serokê Borda Emîndaran a Zanîngeha Amerîkî Kurdistan li Dihokê ye.

Beşdariya bibandor û bihêz di şerê li dijî teroristên DAIŞê li ser asta Kurdistanê û navçeyê de kir, bi riya beşdariya rastrast di sengerên Pêşmerge û şerê hewalgîriyê de.

Pêwendiyên wî yên berfereh li ser asta herêmî û navdewletî heye û rola wî ya bibandor di berferhkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û bikaranîna wê ji bo xizmeta Kurdistanê hebû.

Rola wî ya bibandor di serxistina encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê de hebû.

Mesrûr Barzanî xêzandar e û sê kur û keçeke wî hene.

Zimanên Kurdî, Îngilîzî, Farisî û Erebî dizane.

  

 

S. B