Tirkiye: Pirtûkên liser dîrok û civaka Kurdistanê qedexe kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Tirkiyê, sê pirtûkên din yên ser dîrok û civaka Kurdistanê qedexe kirin.
Dadgeha Çelê ya li Bakurê Kurdistanê, bi tometa handana tawan û arastekirina neyartiyê, çapkirin, zêdekirin, belavkirin û firotina sê pirtûkên Weşanxaneya Avestayê qedexe kir.
Her sê pirtûkên ku bi tirkî hatine weşandin û hatine qedexekirin ev in:
- Tevgera Neteweya Kurd ya nivîskar Krîs Kuçera
- Kurd û Kurdistan ya Ebdirehman Qasimlo
- Pirtûka Serhildana Kurd a 1880 ya Şêx Ubêydulahê Nehrî ku ji hêla Celîlê Celîl ve hatiye nivîsandin e.
Hê berê jî, bi heman hincetan 9 pirtûkên heman weşanxaneyê hatibûn qedexekirin.
C.B