Mela Bextiyar: Ji bo Tirkiyê, nabin gef

Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, piştî dengdana li bajarê Silêmaniyê ji rojnamevanan re axivî û ev referandûm bi mafê rewa yê gelê Kurd binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, piştî dengdana li bajarê Silêmaniyê ji rojnamevanan re axivî û ev referandûm bi mafê rewa yê gelê Kurd binav kir.

Mela Bextiyar derbarê daxuyaniyeke Wezrata Derve ya Tirkiyê de ku gotibû: “Heger ev referandûm li ser Tirkiyê bibe gef û metirsî, li hemberê radiwestin.” Mela Bextiyar bersiv da û got: “Ew axaftin ji bo me baş e. Em nabin gef, belkû hikûmê federalî li Herêma Kurdistanê di hemû waran de jî dikarin bi baştir bi hev re kar bikin.”

Herwiha got: “Dewleta Kurdistanê ya serbixwe nabe gef ji ti dewleteke cîran re. Ewê li ser wan dibe gef, nebûna azadî û demokrasiyê li welatê wan de ye.”