Trump: Ji Kurdan hez dikim

Serokê Amerîka Donald Trump li hotela xwe ya li Washingtonê demeke kurt bi Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed dît û jê re got: “Ji Kurdan hez dikim.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump li hotela xwe ya li Washingtonê demeke kurt bi Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed dît û jê re got: “Ji Kurdan hez dikim.”

Hevdîtina Serokê Amerîka Donald Trump û Ilham Ehmed piştî biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê tê, ku MSDê dibêje, vekişandina hêzên Amerîkî dê metirsiyê li ser destkeftên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê çê bike.

Ilham Ehmed aşkere kir, civîna wê bi Trump re ne fermî bû û 10 xulekan berdewam kir û wê daxwaz jê kir Kurdan li Sûriyê bi tenê nehêle û di bersivê de Trump got: “Ji kurdan hez dikim” û Trump soz dayê Washington Kurdan bi tenê nehêle.

Ilham Ehemd radigihîne, niha ew zêdetir hest bi dilniyayê dike, lê hîna ew li bendê ne hevdîtinên zêdetir bi berpirsên Amerîka re bike, bi taybet ku piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, Tirkiye gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê dixwe.

Pêştir Serokê Amerîka Donald Trump gef li Tirkiyê xwar û got, heger Tirkiye êrîşî Kurdên Sûriyê bike, dê abûriya Tirkiyê were jinav bibe.

Herwiha Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton jî got: “Amerîka bê parastina Kurd ji Sûriyê venakişe.”

 

S. B