Firakisyona PDKyê: Em li beranber bi erebkirinê destgirêdayî namînîn

Firakisyona Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) di Civata Nwênerên Îraqê de, bi egera dûbare bi erebkirina deverên Kurdistanî û nemaze jî gundê Pelkane ya sinûrê nahiye ya sergeran, daxuyanîyek belav kir û ragehand: Em li baranber helmeta guhertina dîmografyayê dest girêdayî namînîn.

K24- Hewlêr

Firakisyona Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) di Civata Nwênerên Îraqê de, bi egera dûbare bi erebkirina deverên Kurdistanî û nemaze jî gundê Pelkane ya sinûrê nahiye ya sergeran, daxuyanîyek belav kir û ragehand: Em li baranber helmeta guhertina dîmografyayê dest girêdayî namînîn.

Evro Sêşembîyê, 15yê/ Eyarê/2019 hijmareke Erebên Hawride, bi piştîvanîya pişkek ji hêzên Îraqî û leşkerî bi ser malên Kurdan dadan li  gundê pelkane ya ser bi nahîye ya sergeran li sinûrê parêzgeha Kerkûkê û hewildan malên wan dagîr bikin.

Firakisyona PDKyê di daxuyanîyekê de, tekez dike ku welat bi qonaxeka sîyasîya dijwar re derbaz dibe û ev dever jî ber bi guhertinê diçe; lew pêdivî bi bihêzkirina alîyên civakî, sîyasî û bicihkirina destûrê heye.

Tekez jî li ser wê yekê hatîye kirin, nabe şaşîyên dema rijêma Beisê careka din bihên dûbarekirin ku encamên pir karasat jê derkevtibûn.

Herweha di wê daxuyanîyê de hatîye: Hewlên guhertina Dîmografyayê berdewame li gundên Kerkûkê ji alîyê parêzgarê sepandîyê Kerkûkê û desthilata serbazî ve, nemazî jî li Pelkane û Sergerran û 16 gundên din yên deverê.

Di pişkeka din a daxuyanîyê de hatîye: Em wek PDK , van hewlên şovînî bi tundî şermezar dikîn û bi gefeka cidî diznîn li ser bingeha bi hev re jîyana aştîyane ya Îraqê.

Firakisyona PDKyê di daxuyanîyê de, daxwaz ji alîyên peywendîdar dike berpirsiyarînî ya xwe bicih bihînin li ast evan karên ku li gel destûr û Îraqa nû hev dû nagirin.

Hevdem firakisyona PDKyê piştîvanîya xwe nîşandan bo xelkên wan gundan û ragehand: Em hemû rêyên yasayî û destûrî dixîn pîşîya xwe û li ast evê zorê û sitema li xelkê dihê kirin dest girêdayî namînîn.