De Mistura: Kurd dê beşdarî dariştina destûra nû ya Sûriyê bibin

Nûnerê Taybet yê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura ragihand, divê Kurd neyin piştguhkirin û divê di dariştina destûra nû ya Sûriyê de beşdar bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Taybet yê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura ragihand, divê Kurd neyin piştguhkirin û divê di dariştina destûra nû ya Sûriyê de beşdar bin.

Nûnerê Taybet yê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura ji medyayê Rûsyayê re ragihand, divê Kurd neyin piştguhkirin û divê nûnerên Kurdên Sûriyê di dariştina destûra nû ya Sûriyê de beşdar bin.

De Mistura tekezî li ser girîngiya rola Kurd di dariştina destûra nû de kir û got, ew bi niyaz in ku nûnerên Kurd di civînên karûbarên teknîkî ên Lozanê de beşdar bikin, ku biryar e di çend hefteyên bê de bi rê ve biçin.

De Mistura aşkere kir jî, ku niha di civînên Cenêvê de guftûgoyên teknîkî li ser lîsteya Kar bi rê ve diçe, ne li ser navaroka destûr e. Dema dariştina destûr bibe, Kurdên Sûriyê nayin piştguhkirin û dê nûnerên wan beşdarî nivîsandina destûrê bibin.

Gera Heftemîn ya danûstandinên Cenêvê yên derbarê krîza Sûriyê de di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê duh dest pê kir, nûnerên ENKSê jî li ser pişka opozîsyona Sûriyê beşdariyê di wê danûstandinan de dikin.