Macron: Divê madeya 140 ya destûra Iraqê bê cibicîkirin

Di destpêkê de Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, Pêşmerge karî destkefteke mezin bidest bîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî bidawîbûna civîna şanda Herêma Kurdistanê û Serokê Fransayê li koşka Alysee li Parîsê, di konferanseke rojnamevanî de naveroka civînê hate ragihandin.

Macron got: “Ligel Nêçîrvan Barzanî me tekezî li wê yekê kir, Fransa rêzê li hemû mafên rewa yên gelê Kurd di çarçova destûrê û serweriya Iraqê digire. Derbarê bi destûra Iraqê, divê mafê hemû pêkhateyan li ber çavan bên girtin. Rawestandina şer destkefteke mezin bû, ji bo destpêkirina guftûgoyan û em jî piştevaniya tevahiya wê proseyê dikin. Fransa piştevaniyê li diyaloga niştimanî ya Iraqê dike. Ev diyalog jî dibe armanca xwe pêk bîne, ku di 4 xalên girîng de pêk tên:

Yekem: Rêzgirtin li tevahiya birgeyên destûra Iraqê.

Duyem: Desthilatên hikûmeta federalî li tevahiya xalên sînorî tên çespandin.

Sêyem: Mîlîşya ji piştî vê diyalogê nemînin, bi Heşda Şeibî ve.

Çarem: Dahatiyên Iraqê bi awayekî yeksan li ser hemû xelkê Iraqê ve bê dabeşkirin û madeya 140 li navçeyên cihên nakokiyê bê cibicîkirin.

Serokê Fransayê got jî: “Divê ev diyalog di zûtirîn dem de dest pê bike û tevahiya mafên destûrî û yasayî yên gelê Kurd li ber çavan bên girtin û Fransa amade ye piştevaniya vê diyaloga niştimanî bike.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansa rojnamevanî de got: “Pêşwaziya Serok Macron li Koşka Alysee nîşana dostayetiya Fransa ji Herêma Kurdistanê re ye. Di baweriya me de Fransa dikare rola sereke bigire ji bo çareserkirina pirsgirêkên me di çarçova destûra Iraqê de.”

Amaje bi wê jî da, ku çend xal danîn pêş Serokê Fransayê:

Yekem: Pabendbûna Herêma Kurdistanê bi Iraqeke yekgirtû û federal, ku rêzê li destûr û yasayên welêt bê girtin.

Duyem: Li gor destûrê ti pirsgirêka me di pirsa desthilatên federal li xalên sînorî de nîn in.

Sêyem: Ji bo aramiya rewşê, amade ne hemû danûstandinan di çarçova destûra Iraqê de bikin.

Çarem: Li ser biryarên dadgeha federalî jî, berê me ragihandiye ku rêzê li biryarên dadgeha federalî digirin.

Herwiha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Spasiya Serok Macron dikin ji bo girîngîpêdana bi çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de. Bi navê gel û hikûmeta herêmê sipasiya serok, hikûmet û gelê Fransayê dikin.”