PDK û YNKê rêkeftineke nû îmze dikin

Biryar e îro PDK û YNKê rêkeftinekê derbarê aktîvkirina parlemento û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî îmze bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rêkeftinekê derbarê aktîvkirina parlemento û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî îmze bikin.

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji K24ê re ragihand, îro şanda bilind a PDK û YNKê bi armanca îmzekirina rêkeftinekê di navbera wan de li Pîrmamê bicivin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, civîna îro taybet e bi nexşerêya YNKê ya derbarê çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, ku ji heft xalan pêk tê.

Biryar e jî şandeke PDK û YNKê bi armanca beşdarîkirina aliyên din di aktîvkirina parlementoyê de, serdana Tevgera Goranê û Komela Îslamî bikin.

Ev civîna PDK û YNKê di demekê de ye, di civîna duh ya her du aliyan de, li ser aktîvkirina parlementoyê gihêştin rêkeftinekê û biryar e roja 14ê vê mehê parlementoya Kurdistanê rûniştina xwe ya yekem bi rê ve bibe.