Li Penciwîn kurekî diya xwe kuşt

Di daxuyaniyeke de Polîsa Parêzgeha Silêmaniyê ragihand, li qezaya Penciwînê kurekî ji ber pirsgirêkeke civakî diya xwe kuşt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyeke de Polîsa Parêzgeha Silêmaniyê ragihand, li qezaya Penciwînê kurekî ji ber pirsgirêkeke civakî diya xwe kuşt.

Polîsa Parêzgeha Silêmaniyê da zanîn, piştî derketina nakokiyê di navbera dê û kurê wê de, kurik bi giranî diya xwe birîndar kir, piştî gihandina nexweşxaneyê jî, dayikê canê xwe jidest da.

Lêkolîna di derbarê wê bûyerê de ji binkeya Polîsa Penciwînê vet ê kirin, lêpirsîn jî li gor madeya 405 a yasaya sizadana Iraqê bi tometbar re tê kirin.

Polîsa Penciwînê hin zanyarî li ser bûyerê belav kirin, ku navê dayika kuştî (R. E. M) û 69 salî ye.  

 

S. B