Bi amadebûna Erdogan termê serbazê Tirkiyê ku li Efrînê hatibû kuştin hat veşartin

Erdogan: Em guh nadin gotinên xelkê ka evana çi dibêjin û yên din çi dibêjin, biryar li ser hemû tiştên girêdayî me biryara gelê me ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan beşdarî merasîma veşartina wî serbazî kir ku duh li Efrînê hatibû kuştin.

Di dema merasîmê de Serokê Tirkiyê got: "Em nikarin guh bidin gotinên xelkê ka evana çi dibêjin û yên din çi dibêjin, yan cîhan çawa temaşeyî wî welatî û welatê din dike, biryar li ser hemû tiştên girêdayî me biryara gelê me ye".

Duh jî ajansa fermî ya Anadolê belav kir, ku di sêyem roja şerê Efrînê de, serbazekî Tirkiyê hat kuştin.

Ji aliyê xwe ve serokatiya erkanê artêşa Tirkiyê eşkere kir, ku ew serbaz di rûbrûbûnekê de li gel YPGê li başûrê rojhilatê gundê Gulbaba yê wîlayeta Kilisê li başûrê Tirkiyê hatiye kuştin.

Roja şemiyê 20ê Çileya 2018an, demjimêr (05:00)ê êvarî, êrîşa Tirkiyê li  ser Efrînê bi navê "Operasyona Şaxê Zeytûnê" destpê kir.