Erdogan: Tirkiye pabendî sizayên Amerîka yên ser Îranê nabe

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan da xuyakirin, Tirkiye petrol û gaza xwe ji Îranê digre û ew pabendî biryarên dorpêçiya Amerîkayê nabin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan da xuyakirin, Tirkiye petrol û gaza xwe ji Îranê digre û ew pabendî biryarên dorpêçiya Amerîkayê nabin. Erdogan got, welatên Ewropayê jî biryaran qebûl nakin û di Lûtkeya Parîsê de jî ev mijar were gotubêjkirin.

Erdogan îro di civîna koma partiya xwe li parlemantoyê de got: “Derbarê dorpêçiyan de ji serî heta binî hertişt hê nezelal e. Lê em, van dorpêçiyan rast nabînin. Bi raya me, ev dorpêçî gavên têkdana hevsengiya cîhanê ne.”

Herwiha Erdogan got: “Ev dorpêçî li dijî hiqûqa navnetewî û li dijî dîplomasiyê ne. Cîhan êdî dixwaze bikeve pêvajoyeke aştiyê. Em naxwazin di cîhaneke emperyal de bijîn.”

Amaje bi wê jî kir, “Piraniya welatên Yekîtiya Ewropa dorpêçiyê erênî nabîne. Di lûtkeya Parîsê de ev mijar dê werin rojevê. Emê bikaribin lê wê derê jî mijarê gotubêj bikin. Di mijarê dorpêçiyan de helwesta me diyar e. Ji bo me bedîlê petrolê nîn e û em pabendî dorpêçiyan nabin."

Ev daxuyaniya Erdogan di demekê de ye, duhî Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo tekez kir, her aliyek pabendî sizayên Washingtonê li ser Îranê nebe, rûbirûyî tundtirîn sizayên Amerîka dibe. Ewropa jî soz daye hemû sizayên Amerîka li dijî Îranê cibicî bikin.

Duhî 5ê Mijdarê qonaxa duyem a sizayên Amerîka li ser Îranê ket warê cibicîkirinê.

 

S. B