Zerîf: Pêgeh û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo Îranê gelek girîng e

Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf civiyan.

Di civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê û proseya siyasî ya Iraqê guftûgo kirin û Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê, spasî hewlên Serok Barzanî ya li rasterêkirina proseya siyasiya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir û eve jî ragihand ku pêgeh û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan gelek girîng e.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi şanda mîhvan ragihand ku piştî hilbijartinên Iraqê derfet û keşuhewayekî nû hatiye holê û li gel Serok Wezîrê nû yê Iraqê ji bo çareserkirina wan kêşeyên li navbera Herêm û Bexda da mane hemû hewlan dide.

Di beşeke din a vê civînê de ronahî xistin li ser rewşa Sûriye û Serok Barzanî nêrîn û dilgiraniyên xwe yên li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê gihand.

Pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê mijareke din a vê hevdîtinê bû û her du alî tekez li ser dostayetî û peywendiyên dû alî kirin.

  

 

S. B