Serok Barzanî: Xebata gelê Kurdistanê ti demê neşikiye û berdewam dibe

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi boneya 42emîn salvegera destpêkirina şoreşa Gulanê ragihand: “Xebata gelê Kurdistanê ti demê neşikiye û bi henase û tîneke nû berdewam dibe ji bo gihîştina bi azadiyê. Ew azadî û destkeftên niha hene, berhemên xwîn û qurbanîdana gelê me di şoreşa Golan û şoreşên din de ne.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi boneya 42emîn salvegera destpêkirina şoreşa Gulanê ragihand: “Xebata gelê Kurdistanê ti demê neşikiye û bi henase û tîneke nû berdewam dibe ji bo gihîştina bi azadiyê. Ew azadî û destkeftên niha hene, berhemên xwîn û qurbanîdana gelê me di şoreşa Golan û şoreşên din de ne.”

Di peyama Serok Barzanî de hatiye: "Şoreşa Gulanê peyamek bû ku gelê Kurdistan xwe radest nake, peyama rabûna şoreşa rizgarîxwaziyê bû li dijî setemkarî û dagîrkarî û dîktatorî û li dijî pîlangeriya navdewletî bû ji bo jinavbirina şoreşa Kurdî, ew şoreş berdewamiya şoreşên berê bû û qunaxeke giring bû di dîroka xebata gelê me de."

Serok Barzanî radigihîne: “Şoreşa Gulanê hilgirê şoreşa mezin a Îlonê bû, yek ji qonaxên girîng ên berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê ye. Ew şoreş çespand ku heger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê rastî westanê û şikandinê hatibe, lê vîna têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ti demê neşikiye û bi henase û tîneke nû berdewam dibe ji bo gihîştin bi azadiyê. Ew azadî û destkeftên ku niha hene, berhema xwîn û qurbanîdana gelê me di şoreşa Gulanê û tevahiya şoreşên din de ne.”

Di beşeke din a peyama Serok Barzanî de hatiye: “Bi wê bîranîna pîroz de hezar silav ji giyanê yekem şehîdê şoreşa Gulanê şehîd Seyid Ebdulah Hacî Omeranî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê birê dikim. Herwiha silav li xweragirî û qehremantiya Pêşmerge ku bi xwîn û qurbanîdana xwe serfirazî ji gelê xwe re anî. Di vê bîranînê de wê yekê dupat dikin ku vîna gelê Kurdistanê bihêz e û tevî hebûna plangîriyê, lê bi vîneke ji berê bilindtir têdikoşin ji bo bidestxistina mafên rewa û berdewamiya peyama aştî, pêkvejiyan û pêşketinxwaziyê.”

 

S. B