Annegret Kramp-Karrenbauer cîhê Merkel girt

Seroka nû ya Partiya Kristiyan Demokrat a Almanya (CDU) Annegret Kramp-Karrenbauer e

K24 – Navenda Nûçeyan

Seroka nû ya Partiya Kristiyan Demokrat a Almanya (CDU) Annegret Kramp-Karrenbauer e.

Karrenbauer a ku piştgiriya Seroka berê ya CDU û Serokwezîra Almanya Angela Merkel hebû, bi 517 dengan bû Seroka nû ya CDU.

Piştî hilbijartina Annegret Kramp-Karrenbauer wekî Seroka nû, Angela Merkel axaftinek kir û diyarkir: Nirxên mê yên liberal divê li Almanya û derve jî bên parastin.

Angela Merkel ji sala 2005an ve Seroka CDU bû û îsal meha Cotnehê ragihandibû ku, carek din nabe berendam a Serokatiya CDU.

Merkel 3 salên din wekî Serokwezîr man e û dixwaze dema xwe bicîh bîn e.

 

 

C.B