Hevserokên nû yên HDP Temelli û Buldan in

Di Kongreya 3emîn a asayî ya Partiya Demokrasiya Gelan HDP de, wekî dihate çaverêkirin kandîdên berê hatî ragihandin Sezai Temelli û Pervin Buldan wekî Hevserokên nû hatin hilbijartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di Kongreya 3emîn a asayî ya Partiya Demokrasiya Gelan HDP de, wekî dihate çaverêkirin kandîdên berê hatî ragihandin Sezai Temelli û Pervin Buldan wekî Hevserokên nû hatin hilbijartin.

Her du namzet jî bi salan in kar û barên siyasî û sivîl bi rê ve dibin.  Pervîn Buldan 11 sal in bênavber parlementerî dike û berî niha jî di pêvajoya aşitiyê de endama Şandeya Îmraliyê bû.

Pervîn Buldan kî ye:

Pervîn Buldan di sala 1967an de li bajarê Colemêrgê jidayik bû.

Di sala 1987an de digel pismamê xwe Savaş Buldan zewicî

Savaş Buldan karsaz bû û bi hinceta alîkariya PKKyê dikir di sala 1994an de ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve hatibû kuştin

Pervîn Buldan piştî kuştina hevjînê xwe bi awayek çalak ket nav xebatên sivîl û siyasî

Di sala 2007`an de  bû parlementera Îdirê.

Buldan 11 sal in bênavber parlementerî dike. Niha jî him Parlementera Stenbolê ye û him jî Wekîla Serokê Parlementoyê ye.

Ew di dema Pêvajoya Aşitiyê de endama şandeya Îmraliyê bû

Pervîn Buldan dayika 2 zarokan e

 Sezai Temelli kî ye?

Sezaî Temellî jî di sala 1963an de li bajarê Stenbolê jidayik bû

Ji Zanîngeha Stenbolê Beşa Aboriyê dêr çû û zimanê Îngilîzî baş dizane

Di sala 2015an de bû Parlementerê HDPyê yê Stenbolê lê di hilbijartinên pêşwext ên 2016an de serneket.

Sezaî Temellî li Zanîngeha Stenbolê mamoste bû, lê di 29ê Çiriya Pêşînê ya sala 2016an de di çarçoveya Rewşa Awarteyê de ji kar hate dêrxistin

Temellî zewicî ye û zarokekî wî heye