Li Cindirêsa Efrînê welatiyek şehîd bû

Ji encama bombebarana artêşa Tirkiyê li ser navçeya Cindirêsê welatiyek şehîd û çendîn welatî jî brîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji encama bombebarana artêşa Tirkiyê li ser navçeya Cindirêsê welatiyek şehîd û çendîn  welatî jî brîndar bûn.

Şanderê K24 bo Efrînê ragihand, Artêşa Tirkiyê di bombebarana bajarê Cindirêsê de berdewam e  û di encamê de îro welatiyekî sivîl şehîd, herweha hejmarek welatiyên din jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve, medyayên ser bi YPG ve ragihandin, şervanên wan êrîşî bingehên Artêşa Tirkiyê li gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şera kirin û di encamê de hejmarek çekdar û leşker hatine kuştin.

Ji aliyekî din ve, firokeyên Tirkiyê jî gundên navçeya Mabeta, ligel berdewamiya şer û pevçûnan li wê navçeyê, ji sibeha îro ve bombebaran dikin.

Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser îro di roja 34emîn de berdewam e, ta niha jî zêdetir ji 170 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 650 welatiyên din jî birîndar bûne.

 

S. B