Amerîka opozîsyona Sûriyê hişyar dike

Tirkiye ji bo operasyona leşkerî ya li dijî li rojhilatê Çemê Feratê amadehiyan dike, Amerîkayê opozîsyona Sûriyê ya çekdarî û ya opozîsyona hişyar dike ku tevlî vê operasyonê nebin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye ji bo operasyona leşkerî ya li dijî li rojhilatê Çemê Feratê amadehiyan dike, Amerîkayê opozîsyona Sûriyê ya çekdarî û ya opozîsyona hişyar dike ku tevlî vê operasyonê nebin.

Ajansa “Anadolu” belav kir, piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand, ewê di demên nêzîk de dest bi operasyonekê li dijî rojhilatê çemê Firatê bike, rêveberiya Amerîkayê ji bo pêşî lê bibire dest bi xebatan kir.

Wê ajansê diyar kir, rayedarên Amerîkayê ji grûpên çekdar û Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê “Îtîlaf” re peyamên hişyariyê dişînin û dixwazin ku ew beşdarî operasyona leşkerî ya dibe ku Tirkiye bike nebin.

Di peyamê de dibêjin, kesên tevlî operasyonê bibin ew ê rasterast derkevin pêşiya artêşa Amerîkayê û dê were wê wateyê ku êrîşî Hêzên Hevpeymanan û Amerîkayê dikin û ev jî tê wateya ku bi Hêzên Hevpeymanan û Amerîkayê re têkevin pevçûnê.

Hêzên Amerîkayê û HDS di nav hevdu de ne. Ji ber vê hetanî êrîşî Hêzên Hevpeymanan û Amerîkayê nekin nikarin êrîşî HDSyê bikin."

Rayedarên Amerîkayê di ser de jî gotin: "Dema Fîl şer dikin divê tu ji wê derê bidûr bikevî".

 

S. B