Serbazekî Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê hat kuştin
K24 - Navenda Nûçeyan
Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê bi sedema teqîna mînekê, serbazeke artêşa Tirkiyê hat kuştin.
Îro di dema encamdana operasyoneke serbazî de li dijî gerîlayên PKKê li navçeya Girê Sor, mayinek teqiya û di encamê de serbazekî Tirkiyê hat kuştin.
Ji aliyekî din ve, parêzgeriya Colemêrgê da zanîn, ku îro qedexeya derketina derve li sîh navçeyên ser bi Colemêrgê ve, heya pazde rojan hatiye ragihandin, ew jî bi armanca destpêkirina operasyoneke serbazî li dijî PKKê.
N.O