Artêşa Iraqê: Em li Kerkûkê ne û emê DAIŞê û "cudaxwazan" bidawî bînin

Berpirsên Iraq gotina "cudaxwaz" ji bo wan Kurdan bikar tînin ku 93% ji wan di referanduma serxwebûna Kurdistanê de, deng ji bo serxwebûnê dane.

K24 - Navenda Nûçeyan

Artêşa Iraqê ew nûçeyana red kir ku behsa kişandina hêzên wan ji çendîn bingehên parêzgeha Kerkûkê dikin û soz da ku dawî li paşmayên DAIŞê û girûpên "cudaxwaz" bîne.

Çalavanên torên civakî gellek wêneyên bingehên artêşa Iraqî li parêzgeha Kerkûkê belav kirine ku artêşê hêzên xwe ji wan kişandiye.

Piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê, ku xelkê Kurdistanê û piraniya xelkê Kerkûkê deng ji bo serxwebûna Kurdistanê dan, hêzên Iraqî bi rêketin li gel çend serkirdeyekî YNK derbasî Kerkûkê bûn û wan serkirdeyên YNKê, sengerên başûrê wî bajarî û navçeyên Daqûq û Xurmatû û navçeyên din, radest Heşda Şeibî û hêzên Iraqî kirin û heya niha jî rewşa ewlehiyê li wan deveran tevlîhev e û aram nebûye.

Navenda ragihandina emnî, derengî şevê din di daxuyaniyekê de got: "Hin ji rûpelên torên civakî li ser internetê nûçeyên nerast û piropagendeyê belav dikin û behsa kişandina polîsên federalî û hemû hêzên din yên Iraqî ji Kerkûkê dikin, lê hêzên me venekişiyane û li ser erkên xwe berdewam in".

Fermandeyê hêzên dije terora Iraqê lîwa rukin Me'en Se'idî got: "Hêzên me li Kerkûkê ne û emê çekdarên DAIŞê û "cudaxwazan" bi dawî bînin heger hat û bizava têkdana rewşa emnî li parêzgeha Kerkûkê û derdora wê bikin".

Berpirsên Iraq gotina "cudaxwaz" ji bo wan Kurdan bikar tînin ku 93% ji wan di referanduma serxwebûna Kurdistanê de, deng ji bo serxwebûnê dane.

N.O