Konseya Ewropayê daxwaza berdana Demîrtaş dike

Konseya Ewropayê ji Tirkiyê dixwaze Biryara Dadgeha Ewropa ya derbarê Selahedîn Demîrtaş de bicîh bîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konseya Ewropayê ji Tirkiyê dixwaze Biryara Dadgeha Ewropa ya derbarê Selahedîn Demîrtaş de bicîh bîne.

Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dunja Mijatovic (Dunya Miyatovîç), da xuyakirin, têkoşîna li dijî terorê mafê her hikûmetê ye, lê nabe mafê hizr û axaftinê ji holê bê rakirin.

Dunja Mijatovic bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya derbarê Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş û got, divê Tirkiye di warê mafên mirovan de erkên xwe bicîh bîne, ew dozê ji nêz ve dişopînin û divê Tirkiye biryarê dadgehê bicîh bîne.

Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê da xuyakirin, li Tirkiyê ser civaka sivîl zext û fişarên zêde hene û gelek çalak û akademisyen hatine girtin.  

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê 21ê Mijdarê daxwaz ji hikûmeta Tirkiyeyê kiribû ko Selahattîn Demîrtaş were berdan. Lê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan daxwaza dadgehê red kiribû.

Pêr jî, Dadgeha Idarî ya Herêma Stenbolê sizaya 4 sal 8 mehan ji bo “Bangeşekirina Rêxistina Terorê” ku ji alî Dadgeha 26em a Sizayên Giran a Stenbolê ve li hemberî Demirtaş hatibû birîn, pejirand.

 

S. B